Nayê (Live)歌词由Rewan演唱,出自专辑《Nayê (Live)》,下面是《Nayê (Live)》完整版歌词!
Nayê (Live)歌词完整版
Nayê-w de nayê-w hevalê gewrê nayê
Hevalê-w gewrê nayê-w xezala li ber çemayê
Xezala li ber çemayê-w kêvroşka li nêv lemayê
(Kê)vroşka li nêv lemayê
Tajî bi tûla berdayê-w pa negirt û negihayê
(Ne)girt û negîhayê-w heta bi dangî malayê
(He)ta bi dangî malayê-w pê girt û ramûsayê
(Pê) girt û ramûsayê
Sing û berê te xweş in dê weke-b’ rûnê hîzayê
Weke rûnê hîzayê-w wek qeymaxê mîhayê
Qeymaxê mîhayê wek hingivê şilxayê
Hingivê şilxayê dê tînim malê dinyayê
Lê malê dinyayê
Terka çavê te nakim tu-j’ min re bibî belayê
Lê-b’ lêw, lê-b’ lêw, lê-b’ lêw, lê-b’ lê-b lê de nayê
Dît bû mi dît bû hevalê gewrê dît bû
Dît bû mi’ dît bû bi şirik û şiftelî bû
(Şi)rik û şiftelî bû b’-guharêd Heyderî bû
(Gu)harêd Heyderî bû bi qundera Mêrdînî bû
(Bi qun)dera Mêrdînî bû şûşe-b’ qemer derzî bû
Şûşe-b kemer derzî bû, mi’ li eslê wê pirsî bû
Keça maleke Botî bû
Lê-b’ lêw, lê-b’ lêw, lê-b’ lêw, lê-b’ lê-b lê de nayê
Hayê-y...
Hayê-w de hayê pa çiqas geryam l’-dinyayê
(Çi)qas geryam l’-dinyayê-w çûm Himis û Hemayê
Himis û Hemayê çûme Mûşê û Rûhayê
Çûme Mûşê û Rûhayê, çûme Sinê-w Serayê
Çûme Sinê-w Serayê, çûm Kerkuk û Îlamê
Kerkuk û Îlamê Dêrsimê-w nêv Zazayê
(Dêr)simê-w nêv Zazayê qada xan û mîrayê
(Qa)da xan û mîrayê-w quntêra çiyayê Şingalê
(Quntê)ra çiyayê Şingalê-w pa ez geryam l’-şarê dinyayê
(Ger)yam l’-şarê dinyayê tu şekira li ber dilayê-w
Kesekê bi rêza te nayê
Lê-b’ lêw, lê-b’ lêw, lê-b’ lêw, lê-b’ lê-b lê de nayê