Bajarê Min歌词由Simyager演唱,出自专辑《Bajarê Min》,下面是《Bajarê Min》完整版歌词!
Bajarê Min歌词完整版
Digerim ev bajarê min e,
Digerim ev bajarê min e,
Digerim ev welatê min e,
Welatê min e, welatê min.
**
Wek di nava behrê de bim, kolanên Amed
Dem bihar e çi li te tê rojbûna Med
Teyr û kevokên te silav dikin hilbûna te
Di dîrokê de têkçûyîn nebûye para Amed
Çiqas tarî li ser ezmanên te kom bibin jî
Belê herdem wê ronahî be berteka te
Yê bi zorê deng û devê te dixwaze bigre
Cara yekemîn têr nekir dîss'a dixwaze şeqema te...
Kolanên te, berjêrî berdidim xwe diherim Dêrika xwe
Piştre Qosera zer,
Nisêbîna rengîn, Silopya û Hezex,
Silaveke dişînim ji dotmama Binxet,
Îcar sar e, Şemzînan bilinde lawo
Berf tê heta qirikê, xwe berdim bajarokê Mîksê,
Li berfê xim dimsê
Ew ê kî bipirsê?
Ew ê çi bipirsê ?
Berî pirs bikî bizane tu li Wanê yî
Hinek wê de Bazîd, çiyayê Araratê lê ye
Sewta li vê derê mirov dihelîne wek berfê,
Li Erdexanê dinuqute, tovê jînê ye.
Kûr î wek bîrekî bêbinî yî, lê tijî yî
Erzîromê, ser hilaye, l'ber xwe da ye
Destê daye govendê, min digihîne dayê
Erê, yaw ew ê kî bipirse?