Mamiz歌词由Cudi演唱,出自专辑《Destana Ezdxanê》,下面是《Mamiz》完整版歌词!
Mamiz歌词完整版
Mamiza li serê çiya
Çima wisan dibezî
Mîna ava tê ji dolê
Bo çi ewqas bi lezî
Berwar û berwar diçî
Ji rengê babelîzî
Li banîkan dilîzî
Firyada min nabhîzî
Mamizî can mamizî yar mamizî
Ax mamizî can mamizîîîîîîîîîîîîîîîî
Bihara min nerevîne
Bedewa zêrîn kezî
Nece li min vegerîne
Bihna gul û nêrgizî
Pelê daran weşiyan
Refê teyran kişiyan
Heval çûn û meşiyan
Dem li min bû payîzî
Mamizî can mamizî yar mamizî
Ax mamizî can mamizîîîîîîîîîîîîîîîî
Pûkê berfê li min barîn
Can qefilî lerizî
Min livir tenê ne hêle
Betilîm ji bê hêzî
Ti bi xwedêkî mamizî
Dil westiya tevizî
Min jî bi xwere bibe
wê qendîla ser berzî
Mamizî can mamizî yar mamizî
Ax mamizî can mamizîîîîîîîîîîîîîîîî