Destana Ezdxanê歌词由Cudi演唱,出自专辑《Destana Ezdxanê》,下面是《Destana Ezdxanê》完整版歌词!
Destana Ezdxanê歌词完整版
DESTANA ÊZÎDXANÊ
Laleş lavê quble tavê
Çirageha nûra çavê
Xalên gira tê j' hinavê
Zemzem avê şêrîn navê
Çûm tewafa quba roze
Deryê miraza pira dozê
Xweza azda sond û sozê
Ya xwedanê şev û rozê
Ya Roja gerdûna sirişt
Ji Ezda avabû Zerdeşt
Mizgînîya Mîtra gihişt
Ji çiya têtin ber bi deşt
Çar derî ew kirine pişt
Av û agir ,ba û sirişt
Vexwarîn Zemzema rewişt
Ya Yezdanê doj û bihişt
Baranê lêkir û lêkir
Kelî û newal tejîkir
Av rabûna mezin hêçkir
Dinya tevde ser û binkir
Pêxember Nûh gemî çêkir
Çot bi çotan zindî lêkir
Herka bê ji Sinçar rêkir
Li Çûdî xweş rawestgeh kir
Şingal bilinde hay hê li tenişta homane
Pêş miqabil de hay hê Çûdî û Bagok xwiyane
Bi ala û gir kelehin bi ol û zimane
Şepal û çeleng û merdin koka Kurdane
De bajo siwaro hay hay û hihîîîîîîîîîî
Çilmêra li navsere hay hê biryargeh û dîwane
Şerfedîne de hay hê ziyaretgeha Ezîdxane
Sitiya Meyane Xatûna Fexrane
Ji çanda Sitare ji roniya Mîtrane
De bajo siwarê hay hay û hihîîîîîîîîîî
Ezmane behr û beleke
Dinyaye çerx û feleke
Tazî ,tûrayê çandeke
Aş betal û neman yeke
Ferman rabûn lek bi leke
Ketin rabûn pir geleke
Rabûna mezin meleke
ROJa me xet û xeleke
Dîlan gerya li meydanê
Hole hole hole holeeee
Diwazde siwarên ROJ ê hay hê xwe dane hev
Çiya û çeperên çolkirî de hay hê kirtine tev
Koma Derwêşê Evdîne bikiryar û dev
Li pişta hedbênin têne cengê bir ev
De bajo siwaro hay hay hihîîîîîîîîîîî
Wek hilhilandina zerîfa osê ya li hev
Xîreta Mehmê Evdo de hay hê dijmin belakir ji hev
Xwe berdane deşta Mûsil leylanê bi halanin tev bi hev
Tefaqa Mam Zekîne ferman hilanîne li hev
De bajo siwarê hay hay hihîîîîîîîîîîîî