Bavo歌词由SherRR演唱,出自专辑《Babide》,下面是《Bavo》完整版歌词!
Bavo歌词完整版
Gurmênî hat ji newalan
Bi teqînî gihişt çiyayan
Stêrkek temirî li esîman
Xem hêlîne, deng bavo deng!
Digerim bajaran, rûdinim êvaran
Nabînim hevalan ji xeynî xeyalan
Xeyalên anakronik, hezkirinên platonik, fikrên polîtîk, fikrên politik
Fikrên politik paranoya
Fikrên politik paranoya
Utopyayên perçe perçe, fikrên rizî
Kolan tazi, tu çeqrût
Ciwaniya te kî dizî?
Em dixwazin nabîn dost
Kuştin show, kuştin show
Jibîr nabê, didin poz
Bedel kehnî, didin coş
Marş marş, coş coş
Marş marş, coş coş
Dilêm derkeve j'nav tarîyê
Were biqîre, derdêm heye bare
Li ser xaka xwe bê war im
Her mêvan im pêxwas im
Rê bi cam in erê
Çermê laşê min al e
Çavên min mal e
Zimanê min lal e
Laşê min ji erdê bimale
Tenê me
Bi tena serê xwe me
Berxîkê bavê xwe me
Her çar alîyên min gur in
Gurmênî hat ji newalan
Bi teqînî gihişt çiyayan
Stêrkek temirî li esîman
Xem hêlîne, deng bavo deng
Deng deng bavo deng
Xem hêlîne deng bavo deng
Deng deng bavo deng
Deng deng bavo deng
Deng deng bavo deng
Xem hêlîne deng bavo deng