iyayê Cd歌词由Cudi演唱,出自专辑《Destana Ezdxanê》,下面是《iyayê Cd》完整版歌词!
iyayê Cd歌词完整版
CÛDÎ
Rêzezinarên çiyayê cûdî me
Doz û azadim wez ne kedîme
Çend qirnesalin li dijî neyara
Ez li war û welatê xwe xwedî me
Rêzezinarên weke zincîrê
Li ser gerdena silûpî û cizîrê
Weke guliyên li ser milê yarê
Ser mezra botan da têne xwarê
Weyla li min çiyayê cûdî
Weyla li min mîrê mirada
Li min li min li min
Ji kevin û qedîm heyanî vê rokê
Şopa min li teye li nav dîrokê
Nav û nîşanê min têne dayîn
Çi bi nivîsanê çi bi çîrokê
Ji kevin û qedîm heta vê çaxê
Min kok berdaye binya vê axê
Dijle û xabûr kembera min e
Bi xêr û bêre hevler û şaxê